DENGE GEL

DENGE GEL DENGÊ GEL DENGÊ AZADIYÊ YE
دەنگی گەل دەنگی ئازادیە

28/07/2024

Nuçeyên Kurmancî ZINDI - LIVE - راستەوخۆ

27/07/2024

Bultena Rojê ZINDI - LIVE - راستەوخۆ

Rojnamevanên Misrî banga rawestandina dagirkeriya Tirk kirin.Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdista...
27/07/2024

Rojnamevanên Misrî banga rawestandina dagirkeriya Tirk kirin.

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, Iraqê, Sûriye û Rojava rojnamevanên Misrî ji ANF’ê re axivîn.

Rojnamevanê Misrî Fethî Mehmûd diyar kir ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Iraqê ne nû ye û destnîşan kir ku di heman demê de ev dagirkerî nîşan dide ku rejîma Tirk di nav şert û mercên siyasî yên zehmet re derbas dibe.

Mehmûd destnîşan kir ku ev êrîş bandorê li gelê bêguneh dikin û binesaziya herêmên Kurd dikin hedef û ragihand ku ev yek tê wateya binpêkirina hemû pîvan, peyman û zagonên mirovî yên navneteweyî.

Rojnamevanê din ê Misrî Welîd El-Remalî di hevpeyvîna xwe ya ku me bi rêya telefonê pêre kirî de, anî ziman ku raporên Amerîkayê nîşan didin ku zêdetirî 300 tankên Tirkiyê derbasî nava axa Iraqê bûne û bal kişand ser helwesta Ereban a li dijî dagirkeriya Tirkiyê.

Komîteyeke erebî ji bo rûbirûbûna destwerdanên Tirkiyê li welatên Ereb hatiye avakirin, lê mixabin ji nişka ve ev komîte ji nav çû û êdî em nabihîzin û her wiha ti biryarên wê nehatine pêkanîn.

Helwesta Ereban li hember êrîşên li ser Iraqê qelse.

Hin aliyên Îraqî jî di rûbirûbûna dagîrkerîya Tirkîyeyê de xemsar in.

Malbata Barzanî ji bo dagirkeriyê, piştgiriyê dide Enqereyê.

Her wiha divê welatên Ereb li dijî êrîşên Tirkiyê tevbigerin, ji ber ku ew êrîş li dijî hemû welatan e."

  Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, Iraqê, Sûriye û Rojava rojnamevanên Misrî ji ANF’ê re axivîn. Rojnamevanê Misrî Fethî Mehmûd diyar kir ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Iraqê ne nû ye û destnîşan kir ku di heman demê de ev dagir...

Rojnamevan Kawa Tolhildan li ser komployên PDK nivîsî.Kawa Tolhildan dibê je "Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek kom...
27/07/2024

Rojnamevan Kawa Tolhildan li ser komployên PDK nivîsî.

Kawa Tolhildan dibê je "Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê tevgera azadiyê de..

PDK ji bo xwe weke xulamê baş bide nîşan dan hemû derfetên di destê xwe de pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker d**e.

Hebûna gelê herêmê, statûya herêmê û destkeftiyên gelê Kurd daniye aliyekî û ketiye pey berjewendiyên xwe.

Bi taybet li herêma Amediyê, Dêrelûk, Kanî Masî û Bradostê di her tevgerekî dagirkeriyê de PDK rolekî digire û herêmê dixe rewşekî sosret.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, dewleta Tirk a dagirker bi hin rayadarên PDK’ê re civînekî veşartî li Hewlêrê li dar xistiye.

Hat zanîn ku di vê civînê de nexşeya tevgera dagirkeriyê û bi taybet Xakurkê hatiye destgirtin.

PDK û hikûmeta Iraqê ne tenê bêdengiya xwe li hemberî tevgera dagirkeriyê diparêzin, li gelek herêman bi eşkereyî rê ji artêşa Tirk re vedikin.

Çawa ku deriyê Serzêrê ji tanq û wesayitên dagirkeriyê re vekirin ta ku derbasî herêma Metîna û Amêdiyê bibin, niha bi awayekî hevbeş li girê Rowala ya Xakurkê bi artêşa Tirk re cih digirin û hejmarekî zêde ji hêzên xwe ber bi herêma Kolîtê ve bi cih kirine.

Ew hewl didin vê tevgera ku li Xakurkê despêkirî bi awayekî veşartî û dûrî çapemeniyê bigirin.

Di esas de taktîkekî klasîk dimeşînin.

Li herêma Amêdiyê çawa ku ev tevgera deşifre bû, niha hewl didin di bin siya vê tevgerê de li Xakurkê pêşveçûnan bidest bixin.

Tê payîn ku ev daxwaz ji aliyê PDK’ê ve hatiye kirin.

Di meha Tîrmehê de hevkariya PDK’ê ya di asta lûtkeyê de li Amêdiyê xuya bû.

Ji bo wê heger ev hevkariya wan li Xakurkê jî were eşkerekirin dibe ku helwestên berfireh ên ku veguherin xwepêşandanan heye.

Li aliyekî din li herêma Amêdiyê û Dêrelûkê ev hevkarî berdewam e.

Me di pêvajoya dawî de şopand ku gundên Mijê, Sipîndarê û herêma Berêgarê bi dijwarî tên topbarankirin.

Li van herêman gelek mal û milkên gundiyan hilweşiyan û bermahiya wan a çandinî û daristanên ku temenê wan bi sedan sal in ji ber şewatê bûn xwelî.

Hat zanîn ku ev êrîş ji herêma navbera gundên Silav û Bêbadê yên Amêdiyê ve tên kirin.

PDK û artêşa Tirk li wir tanq bi cih kirine û her roj van herêman topbaran dikin.

Di vî warî de PDK hem agahiyên îstixbaratî ji heremê digire û hem koordînatan dide artêşa dagirker.

Ango esas amadekariyên van êrîşan bi giştî PDK pê rabûye, artêşa Tirk jî li ser esasê wan amadekariyan topbaran d**e.

Aliyekî din a hevkariya PDK’ê û di esasê xwe de rewşa ku dixwaze dagirkeriyê mayînde bike niha di navbera heremên Dêrelûk û Çemçoyê diqewime.

Van pêkanîna rûyê kirêt ê PDK’ê derdixe holê.

Ji aliyekî din ve rewşa artêşa Tirk ku li hember şerê bi gerîla re xitimiye eşkere d**e.

Ji bo wê bê guman hemû komployên ku tên hûnandin jî wê bê encam bimînin.

Ji ber ku gel rastiyê bi çavên xwe dibîne û dijî.

Kawa Tolhildan dibê je “Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê tevgera azadiyê de.. PDK ji bo xwe weke xulamê baş bide nîşan dan hemû derfetên di destê xwe de pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker d**e. Hebûna ge...

Li Bûrsayê milîsên HBDH'ê agir berdan kargehan.Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê têkildarê çalakiya ku li Bûrsayê pêk anîn...
27/07/2024

Li Bûrsayê milîsên HBDH'ê agir berdan kargehan.

Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê têkildarê çalakiya ku li Bûrsayê pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev agahî hatin dayîn;

"Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê di 23'ê Tîrmehê de saet dora 09.00'an kargehên hilberîna kaxizê, tesîsa nûkirinê û kargeha tekstîlê ya li Taxa Mehemet Çelebî ya navçeya Yildirm a li Bûrsayê, bi çalakiya sabotajê ya hemwext hatin hedefgirtin.

Di çalakiya bersivdayînê ya serketî ya li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê dewam d**e de, her sê kargeh bi temamî şewitîn û zerarekek mezin a madî pêk hat.

Yekîneya ku çalakî pêk anîn, bi awayekî ewle xwe gihand qadên xwe."

  Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê têkildarê çalakiya ku li Bûrsayê pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniya HBDH’ê de ev agahî hatin dayîn; “Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê di 23’ê Tîrmehê de saet dora 09.00’an kargehên hilberîna kaxizê, tesîsa n...

Dadgehen faşîst yen Tirk malpera ajansa Mezopotam ya astengkirin.Êrişên dewlata Tirk a dagirker li ser çapemeniya azad b...
27/07/2024

Dadgehen faşîst yen Tirk malpera ajansa Mezopotam ya astengkirin.

Êrişên dewlata Tirk a dagirker li ser çapemeniya azad bê navber didomin.

Malpera Ajansa Mezopotamyayê “mezopotamyaajansi.net” bi biryara Dadgeha Ceza ya Sulh a Gumuşhaneyê hate astengkirin.

Derbare sedama ango hinceta astengkirna ajansa mezopotamyade ti agahî nehatin parvekirin.

Ajansa Mezopotam ya li ser malpera xwe ya nû diyar kir ku Xwînêrên wa dikarin li ser navnîşana "mezopotamyaajansi38.com" dikarin ajansa MA bişopînin.

https://denge-gel.org/nuce/dadgehen-fasist-yen-tirk-malpera-ajansa-mezopotam-ya-astengkirin

  Êrişên dewlata Tirk a dagirker li ser çapemeniya azad bê navber didomin. Malpera Ajansa Mezopotamyayê “mezopotamyaajansi.net” bi biryara Dadgeha Ceza ya Sulh a Gumuşhaneyê hate astengkirin. Derbare sedama ango hinceta astengkirna ajansa mezopotamyade ti agahî nehatin parvekirin. Ajan...

Li Brûkselê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidar xistin.Dewleta Îranê li dijî jinan siyaseta darvekiri...
27/07/2024

Li Brûkselê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidar xistin.

Dewleta Îranê li dijî jinan siyaseta darvekirinê didomîne.

Dadgeha Îranê herî dawî di 4"ê Tîrmehê de derbare parezvana mafê jinan Şerîfe Muhamedî û di 23"ê Tîrmehê de jî derbaare rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî di jî biryara darvekirinê dabû.

Li dijî siyaseta darvekirinê, li zindanan Evînê girtiyên siyasî dest bi çalakiyan kirin.

Li aliyekî çalakiya girtiyan didome, li aliyê din jî gel li derveyî welat di nava çalakiyan dene.

Kurdistanî û çalakvanên siyasî bi pêşengiya KJAR, PJAK, TJK-E ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê çalakî li dar xistin.

Çalakî bi beşdariya sedan kesî li paytexta Belçîka Brûkselê li ber balyozxaneya Îranê hat lidarxistin.

Di çalakiye bi berzkirina dirûşmeyan rejîma Îranê hat şermezar kirin.

Li ser navê komîteyên karên derve yên PJAK û KJAR'ê daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

Ji bo pêşî li biryarên hovane yên dewlata Îranê bê girtin, ji her demê bêhtir pêdiviya me bi hevgirtin û piştgiriya bi hev re heye.

Îran bi cezayên darvekirinê ku li jinan û çalakvanên siyasî dibire, dawiya xwe tîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî cezayê darvekirinê li jinan dibire û wiha dewam kirin:

Îran ji ber ku herî zêde ji jin û hêza jinê ditirse, her tim bi awayeke sîstematîk tev digere.

Em bang li raya giştî û saziyên mirovî dikin ku li dijî darvekirinan bêdeng nemînin.

  Dewleta Îranê li dijî jinan siyaseta darvekirinê didomîne. Dadgeha Îranê herî dawî di 4″ê Tîrmehê de derbare parezvana mafê jinan Şerîfe Muhamedî û di 23″ê Tîrmehê de jî derbaare rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî di jî biryara darvekirinê dabû. Li dijî siyaseta darveki...

Di çalakiyên HRE’yê de 2 çete hatin kuştin.Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên a...
27/07/2024

Di çalakiyên HRE’yê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.

HRE’yê der barê wan çalakiyan de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:

"Çalakiyên hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê didomin.

23’yê Tîrmehê li xeta Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Dîsa di heman rojê de li xeta Şêrewa di çalakiyeke taybet a hêzên me de 4 çete birîndar bûn.

24'ê Tîrmehê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.”

  Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. HRE’yê der barê wan çalakiyan de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin: “Çalakiyên hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên...

Milîsên HBDH'ê li Gebzeyê tesîseke jinûve hilberandinê şewitand.https://denge-gel.org/nuce/milisen-hbdhe-li-gebzeye-tesi...
26/07/2024

Milîsên HBDH'ê li Gebzeyê tesîseke jinûve hilberandinê şewitand.

https://denge-gel.org/nuce/milisen-hbdhe-li-gebzeye-tesiseke-jinuve-hilberandine-sewitand/

  Milîsên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin ku wan 24’ê Tîrmehê di derdora saet 15.00’an de li gundê Pelîtlî yê Gebzeyê tesîseke jinûve hilberandinê dan ber agir. Milîsan diyar kir ku ev çalakî weke bersiva li dijî operasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdis...

26/07/2024

گەشتی هەوالی سۆرانی ZINDI - LIVE - راستەوخۆ

KCDK-E'yê di sala 101'an a Peymana Lozanê de banga tevlîbûna çalakiya protestoyî kir.Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdi...
26/07/2024

KCDK-E'yê di sala 101'an a Peymana Lozanê de banga tevlîbûna çalakiya protestoyî kir.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa, bi wesîleya sala 101'an a Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe, daxuyanî da; banga tevlîbûna meşa girseyî kir, ku 27'ê Tîrmehê roja Şemiyê ango (sibe) wê bi ruhê seferberiyê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Peymana Lozanê di navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û hat gotin ku bi destê hêzên navneteweyî netew-dewleta nîjadperest hate avakirin û di tevahiya 100 salan de dewleta Tirk qirkirin li dijî gelan pêk anî.

KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe ragihand ku Peymana Lozanê navê fermîbûna înkar û qirkirina gelê Kurd e û ev tişt got:

"Rêber Apo nehêla qirkirin temam bibe.

Fikrên Rêber Apo ku îradeya bi milyonan kesan e, ev plan hemû têk birine.

Weke KCDK-E di sala 101'an a Peymana Lozanê de, roja 27'ê Tîrmehê em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî meşeke girseyî lidar bixin, em bang li her kesê dikin ku ji bo vê meşê seferber bibin û beşdar bibin."

Cih û dîroka ku wê çalakî lê were kirin:

27'ê Tîrmehê roja Şemî, saet: 13.00

Place des Pionnières, Lozan, Swîsre.

  Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa, bi wesîleya sala 101’an a Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe, daxuyanî da; banga tevlîbûna meşa girseyî kir, ku 27’ê Tîrmehê roja Şemiyê ango (sibe) wê bi ruhê seferberiyê bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de h...

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi dauxyaniyekê ragihand ku şervanê wan Xalid Şêx Dada li Efrînê şehîd bû.
25/07/2024

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi dauxyaniyekê ragihand ku şervanê wan Xalid Şêx Dada li Efrînê şehîd bû.

  Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de wiha tê gotin: Hevrê Brûsk Meydana li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Li hemberî her cure zordarî bi ...

HPG: 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin
24/07/2024

HPG: 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Navenda Ragihandina HPG’ê ragihand ku di çalakiyên segvaniyê, ku li herêmên Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin pêkanîn de, 3 dagirker hatine cezakirin. Navendê agahiyên berfireh wiha rêz kirin, Li herêma Metînayê; 23ê Tîrmehê, dema ku dagirkerên li Qada Berx...

Adres

Brussels
1000

Meldingen

Wees de eerste die het weet en laat ons u een e-mail sturen wanneer DENGE GEL nieuws en promoties plaatst. Uw e-mailadres wordt niet voor andere doeleinden gebruikt en u kunt zich op elk gewenst moment afmelden.

Video's

Delen


Andere Radiostation in Brussels

Alles Zien

Dit vind je misschien ook leuk