Weşanên J&J

Weşanên J&J Weşan-Pirtûk | Yayınevi-Kitap | Publishing - Book Di ferhenga Kurdî de peyvên ku bi deng û tîpa "J"yê dest pê dikin piranî tên wateya "jêderk, çavkanî"yê.
(19)

J&J çi ye û tê çi wateyê?......
Gelek mêvan û xwendevanên berhemên Weşanên J&Jyê dipirsin ku wate û berfirehiya [J&J] çi ye...
J&J ango J û J wateya xwe ya taybet ev e ku, jêderk û çavkanî ye. Wekî nimûne, Jin, jiyan, jan, jê, ji, jan û hyd. Dengê "J" û peyvên bi "J"yê dest pê dikin di hiş û mêjiyê Kurdan de "çavkanî" ye. J&J li ser bingeha "jêderk û çavkanî"ya zargotin û ziman û çand û huner û z

anist û ferheng û lêkolîn û werger û wêjeyê ava bûye... Armanca J&Jyê ew e ku ji dûrî û kûriya dîrok û raboriyê berê xwe bide niha û dahatûyê...
J&J li ser standardên weşangeriyê yên navnetewî weşanê d**e...
J&J bi zimanê Kurdî û zaravayên Kurdî digel hemû zimanên dinyayê weşanê d**e...
J&J hem jan e hem jiyan e...
J&J J û J ye...

29/06/2024

Bi Îngilîzî: No pain no gain!
Bi Kurdî: Destê reht li ser zikê têr e!
Gelo rast e?

Di Wêjeya Kurdî De Rêwîtiya Aynur Aras,Mderator: Nihat GultekinDîrok: 29. 06. 2024Cî: İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaî...
27/06/2024

Di Wêjeya Kurdî De Rêwîtiya Aynur Aras,
Mderator: Nihat Gultekin
Dîrok: 29. 06. 2024
Cî: İsmail Beşikci Vakfı / Weqfa Îsmaîl Beşîkcî / Ismail Besikci Foundation Beyoğlu / İstanbul

Seydayê Mele Evdilqadir Fewzî
22/06/2024

Seydayê Mele Evdilqadir Fewzî

Şair ve Yazar Aysun Çakır'ın Eserleri;1. Tırtılın Rüyası2. Firari Çığlıklar3. Yıldızların Öyküsü4. Tırtılın Rüyası | 2. ...
21/06/2024

Şair ve Yazar Aysun Çakır'ın Eserleri;
1. Tırtılın Rüyası
2. Firari Çığlıklar
3. Yıldızların Öyküsü
4. Tırtılın Rüyası | 2. Baskı
5. Kanatlan Kalbim
6. Şiirli Ojeli Desenler
7. Piya'nın Dünyası
8. Dinyaya Piyayê (Zazakî ile Kurmancî)
9. Mutlu Hikayelerim

“YILDIZLARIN ÖYKÜSÜ”NÜN ÖYKÜSÜBenim Bedeni Küçük, Ruhu Büyük Dostlarım!Bana ne çok şey öğrettiniz bu..

09/03/2024
Şeva we xweş be! Dilê we geş be! Bila ev jî ji bo dilên ku ji bo wan kêr gihaye hestî! Bila ev jî li vir nîşanekî be ji ...
26/02/2024

Şeva we xweş be! Dilê we geş be! Bila ev jî ji bo dilên ku ji bo wan kêr gihaye hestî! Bila ev jî li vir nîşanekî be ji bo guldankên ber deriyê azadiyê!

WELATPERESTÎ

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco

Payabilindî, welatperstî

Payabilindî, welatperstî
Çekên qelsane jar û mestî
Çekên qelsane jar û mestî
Zana û jîr im bindestê dijmin
Çi qas dijwar e ev reng bindestî ev reng bindestî

Zana û jîr im bindestê dijmin
Çiqas dijwar e ev reng bindestî ev reng bindestî

Destan vemalin, dakevin meydan

Destan vemalin, dakevin meydan
Eger dixwazin bigrin serbestî
Eger dixwazin bigrin serbestî
Ji xwe bavêjin xwarî û sistî
Cenga azadî nabe rawestî nabe rawestî

Ji xwe bavêjin xwarî û sistî
Cenga azadî nabe rawestî nabe rawestî

Qonax bi qonax diçî ser çiya

Qonax bi qonax diçî ser çiya
Welat ta kengê wilo parçe bî
Welat ta kengê wilo parçe bî
Em tev di nav de jar û şikestî
Bes e metirse, kêr giha hestî kêr giha hestî

Em tev di nav de jar û şikestî
Bes e metirse, kêr giha hestî kêr giha hestî

Click here to subscribe: https://bit.ly/2GTG2pkDOWNLOAD ALBUM: iTunes - https://apple.co/2CNVDVnAmazon - https://amzn.to/2QoYFlOGoogle Play - https://tinyur...

22/12/2023
Ji Helbestkar û Nivîskar Azad Zal Berhema xwe ya HÊVÎ û TEŞÎ û RÊWÎ îmze d**e...Li STANDA Weşanên J&J ye...
20/12/2023

Ji Helbestkar û Nivîskar Azad Zal Berhema xwe ya HÊVÎ û TEŞÎ û RÊWÎ îmze d**e...
Li STANDA Weşanên J&J ye...

Xwedîye Weşanxaneyê J&Jyê û Berdevkê Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal, li ser zêdebûna bihayên pirtûkan ji bîanetê r...
10/11/2023

Xwedîye Weşanxaneyê J&Jyê û Berdevkê Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal, li ser zêdebûna bihayên pirtûkan ji bîanetê re axivî. Zal bal kişand li ser kêmbûna hêza kirînê ya welatîyan û got: “Êdî xwendin bûye luks!”

Azad Zal li ser navê weşangerên kurd bang kir ku her kes herî kêm 50 pirtûkî bistînin, bixwînin û bi zarokên xwe jî bidin xwendin:

JI WEŞANÊN J&J BERHEMEKE NÛ!D E R K E T ! KURDICA (KURDÎKA) 1 | Lîsteya Navên Zanistî yên Dar, Giya û Gulên KurdistanêŞî...
29/10/2023

JI WEŞANÊN J&J BERHEMEKE NÛ!
D E R K E T !

KURDICA (KURDÎKA) 1 | Lîsteya Navên Zanistî yên Dar, Giya û Gulên Kurdistanê
Şîlan Doskî

Kulîlkên Kurdistana Rengîn di pencereya cîhanî de geş bûne. KURDICA (Kurdîka-1) mûmdanên welatê me di hişmendiya rojhilatnas, pispor û şarezayên navdewletî de ne.Dema ez seredana flor an pêzanînên baxçeyên cîhanî dikim, ji nişkav ve bi dîtina kulîlkeka Kurdistanî ku bi destê wan hatiye tomarkirin pir şad dibim, li ser dixwînim û vekolînê dikim. Ji wan rûpelên ji lêkolînên min ên berdewam, min gurzek gul û kulîlkên ku bi navê KURDICA (Kurdîka - 1) hatine tomarkirin di vê berhemê de ji bo we pêşkêş kirine.

Şîlan Doskî

https://www.jjajans.com/index.php?route=product/product&product_id=262

"Hûn çima mewijên me û bişkulên xelqê li nava hev dixin? " [Gotina Pêşiyên Kurdan - Herêma Kanîreşê]
11/10/2023

"Hûn çima mewijên me û bişkulên xelqê li nava hev dixin? " [Gotina Pêşiyên Kurdan - Herêma Kanîreşê]

Agahî, Seydayê Mele Ezedinê Şêxdawudan îro di 12:00ê rojê da wefat kir. Cenazeyê wî ew li Şêxdawudan bê definkirin. Şîna...
20/09/2023

Agahî,
Seydayê Mele Ezedinê Şêxdawudan îro di 12:00ê rojê da wefat kir. Cenazeyê wî ew li Şêxdawudan bê definkirin. Şîna malbatê ew ê li Şêxdawudan bê danîn. Ciyê wî bihuşta baqî be. Xwedê bi rehma xwe şad bike...

BEYTOCANBeytocan Kî ye?Beytocan (Beytullah Güneri) di 1ê  (jdb. 1 Kewçêra 1955an da li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Di ...
17/09/2023

BEYTOCAN
Beytocan Kî ye?
Beytocan (Beytullah Güneri) di 1ê (jdb. 1 Kewçêra 1955an da li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Di 12ê Rezbera 2023yan da, di temenê xwe yê 68 salî da li Stockholma Swêdê wefat kiriye.
Beytocan, di 8 saliya xwe de tevî malbata xwe ji navçeya Farqînê koçî navenda Amedê dibe. Piştî Derbeya leşkerî ya 12e îlonê hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birrîn. Bi vî girtinê şeş sal û nîv di girtîgehê da dimîne. Piştî ku di sala 1987an de ji girtîgehê dertê li Stenbolê bi cih dibe. Di sala 1990î da yekem albûma xwe derdixe. Ji ber ku di wê demê li Tirkiyeyê albûm û hunera Kurdî qedexe bû û albûmên Beytocan jî têne qedexe kirin. Sitrana wî ya di albûma wî ya bi navê 21ê Adarê de “Yan Mirin, Yan Diyarbekir” li Tirkiyê hate qedexekirin. Di salên 1990î de ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyê derket û koçî Stockholma paytexta Swêdê dibe. Piştî 23 salan herî dawî di sala 2014an de vegeriyaye Amedê lê piştî demeke kurt dîsa carek din terka Amedê d**e vedigere bajarê Stokholmê.
Albûmên wî: Te nadin min (2001), Bîst û yekê adarê (2001), Etuna dilê min (2011).

Giyana hunermendê me yê hêja şad be!

SERSAXÎ!Mamosteyê hêja, serokê Enstîtuya Kurdî li Almanya, Fewzî Ozmen, di 17ê Rezbera 2023yan da, ango îro, li Hagena A...
17/09/2023

SERSAXÎ!
Mamosteyê hêja, serokê Enstîtuya Kurdî li Almanya, Fewzî Ozmen, di 17ê Rezbera 2023yan da, ango îro, li Hagena Almanyayê wefat kiriye. Xwedê bi rehma xwe şad bike, ciyê wî bihuşt be. Bila serê gelê Kurd û serê rewşenbîriya Kurd sax be! Em hêviya sebr û aramiyê ji bo malbat û hezkiriyên wî ra dikin.

Mamoste Fevzî Ozmen kî ye?
Fevzî Özmen, di sala 1943yan da li gundê Soraxê, navçeya Çatê ya ku li ser Erziromê ye ji dayîk bûye. ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê Barmasa Çatê, dibistana navîn û ya amadeyî (lîse) li Erziromê xwendiye. Pişt re Peymangeha Kargeriyê ya Zanîngeha Stembolê xilas kiriye. Ji sala 1975an û vir ve helbest, çîrok û romanan dinivîse. Fewzî Ozmen, ji sala 2007an û vir ve di rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMKê û di rêveberiya Înstîtûta Kurd ji bo Lêkolîn û Zanist de cih digire û serokatiya Înstîtûta Kurd a Almanyayê dikir. Rêzdar Ozmen ji sala 2006an û vir ve endamê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê bû.

Pirtûkên wî: Siyên Şikestî, Weşanên Pêrî, Stembol, 2005. Perspektîf-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî), Weşanên Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, Almanya, 2013. Ferheng Sözlük - Kürtçe Sözlük (Kurdi- Tirki Türkçe - Kürtçe) (Ligel; Abdulkadir Ulumaskan)

WEŞANÊN J&J
Weşanên J&J

09/09/2023

Gotinên Pêşiyan Ji deverên Serhed û Behdînan xebata Kerem Serhatlı taybetmendîya gotinên pêşîyên herêma Serhed û Behdînan derdixe sere holê.

📚 Weşanxane ► Weşanên J&J

✍️ Nivîskar ► Kerem Serhatlı

📦 Siparîş ► www.makpirtuk.de

Kedkarê zimanê Kurdî Ebubekir Çelebî alî jiyan bû!Ebubekîr Çelebî, di sala 1960î de li gundê Kosayê navçeya Çelîkhana Se...
26/08/2023

Kedkarê zimanê Kurdî Ebubekir Çelebî alî jiyan bû!
Ebubekîr Çelebî, di sala 1960î de li gundê Kosayê navçeya Çelîkhana Semsûrê bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe ya navîn û lîse jî li Meletiyê xwendiye. Li Enqereyê li Zanîngeha Gazî,fakûlteya Perwerdehiyê, beşa Werzîşî qedandiye.Heta 2004an li ciyên cihê cihê mamostetî kiriye.
Di sala 1991ê de bi damezrandina Eğitim-Senê xebat kiriye. Gelek salan li Egîtîm-Senê, di Komîsyona Perwerdiyê de li ser perwerdehiya zimanê zikmakî xebat kiriye. Di sala 1998-99 de jî Serokatiya Egitim-Sena Amedê kiriye û 2004 de ji mamostatiyê malnişîn bûye.
Piştî 2006an li Enstîtuya Kurdî ya Amedê serokatiyê kiriye. Demên dawiyê li Meletiyê endamê lijneya rêveber a bajêr bûye. Çelebi, Îro alî jiyan bû. Bila riya wî ronî be, xwedê bi rehma xwe şad bike! Serê gelê Kurd sax be!
Weşanên J&J

12/08/2023

îşev şeva rijîna stêrkan e... Li Amedê ji Çawuşelêkeya, li serê xanî temaşekirina stêrkên li ezmanan bi qasî azadiyê xweş e...

Address

Kooperatifler Mahallesi, Rızvan Ağa Caddesi, Öz Emek Sitesi A Blok No: 33 Daire No: 1 Yenişehir
Diyarbakır
21100

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Weşanên J&J posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Weşanên J&J:

Videos

Share


Other Diyarbakır media companies

Show All

You may also like