Pall Weşan

Pall Weşan P

Romana nû ya Ciwanmerd Kulek,"Zemanekî li Sê Welatan"DERKET!Ev roman berê xwe dide rabirdûyê û dahatûyeke dî jê saz d**e...
09/02/2025

Romana nû ya Ciwanmerd Kulek,
"Zemanekî li Sê Welatan"
DERKET!

Ev roman berê xwe dide rabirdûyê û dahatûyeke dî jê saz d**e. Nexşe û nîzamên ji yên îro cudatir tên danîn li dinyayê. Herba Mezin tenê du salan dewam d**e. Monarşî ne li Romê, ne jî li nav Ûris hildiweşe. Li Sê Welatên Kurdistanê yên di navbera zilhêzan û werçerxên mezin de dinalin, çerxa felekê bi raperîn û şikestinan digere heta ku dewleteke nû ava dibe. Her di wê demê de, daw û dozeke ku bi dirêjahiya nifşan didome qedera sê malbatan serobino d**e. Li aliyekî mehkûmî, rev û gera li pey heyfê, li aliyekî dî hêvî, mirad û bênesîbî. Li aliyekî mirovên winda, li aliyekî miriyên ku hîn jî li nav zindiyan digerin. Û bêdengî, bêdengiyeke ku her tiştî ji nû ve dide sehkirin…

Ciwanmerd Kulek piştî neh salan bi romaneke nû tê pêşberî xwendevanên xwe û wan dibe zemanekî dûr ê tijî ji serhatî û bîrhatiyan. Zemanekî li Sê Welatan, şi‘reke dirêj û bênavber dinehwirîne li ser çarenivîsa mirovan.



Hûn dikarin ji malpera me pallwesan.com bixwazin.
https://pallwesan.com/detail/881-zemaneki-li-se-welatan

"Edebiyata Berxwedanê" ya Barbara Harlow, bi teqdîm û  pêşgotina Serdar Şengul û Mia Carter û bi wergêrana Umran Aran û ...
07/02/2025

"Edebiyata Berxwedanê" ya Barbara Harlow, bi teqdîm û pêşgotina Serdar Şengul û Mia Carter û bi wergêrana Umran Aran û Yusiv Hemed derd**eve.

DI DEMEKE NÊZ DE!

"Pîştî romana Revdegurgê duyem berhema Husên Arif jî qediya. Tehmeke cuda, herikbariyeke bêhempa di metna Husên Arifî de...
05/02/2025

"Pîştî romana Revdegurgê duyem berhema Husên Arif jî qediya. Tehmeke cuda, herikbariyeke bêhempa di metna Husên Arifî de hebû. Min perê her rûpelî bi kelecanî vedikir; û nedixwest ku derbek de biqede… Mîna romana Revdegurgê dawiya vê berhemê de jî Husên Arif meriv di nav fikran û nediyariyekê de asê dihêle û nahêle meriv ji tesîra metnê dûr bikeve."

Qesîm Etmanekî
https://pallwesan.com/detail/846-lehiya-dili

"Lê tiştê herî balkêş ku tu carî ez nikarim ji bîr bikim, trên bû. Dema ku cara ewil çavê min bi trênê ket, dîsa ez çûme...
03/02/2025

"Lê tiştê herî balkêş ku tu carî ez nikarim ji bîr bikim, trên bû. Dema ku cara ewil çavê min bi trênê ket, dîsa ez çûme dinyake din. Li Qurtela em ketine trênê. Trênê, tu çi trên î?! Ne serî xuya dikir û ne jî binî. Min nedizanî em bi ku ve diçin û ji ku ve tên. Ji trênekê em d**etin ya dî. Tiştekî di wê trênê de, tevî ku bûyereke biçûk jî bû, lê heta îro jî ji bîra min naçe û ez ji zarokên xwe re dibêjim."

(Diya Ciwan, "Gazindek ji Trênê")


https://pallwesan.com/detail/845-trena-li-stasyona-xwe-digere

Pasajek ji kitêba çîrokan   ya  .LI BER ÇAPÊ YE!
27/01/2025

Pasajek ji kitêba çîrokan ya .

LI BER ÇAPÊ YE!

Pasajek ji romana "Zemanekî li Sê Welatan" a Ciwanmerd Kulek.LI BER ÇAPÊ YE!
25/01/2025

Pasajek ji romana "Zemanekî li Sê Welatan" a Ciwanmerd Kulek.

LI BER ÇAPÊ YE!

“Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo...
21/01/2025

“Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo dahênaneke weha bedew û weha pêwîst.”

‒ Haşim Ahmedzade


https://pallwesan.com/detail/833-gabor

"Belê... Hemû tiştek xweşbextî û kêfxweşî jê dibarî û di kûrahiya dilî de diçû xwarê. Bi taybetî ew dilên ku çûbûn da ku...
18/01/2025

"Belê... Hemû tiştek xweşbextî û kêfxweşî jê dibarî û di kûrahiya dilî de diçû xwarê. Bi taybetî ew dilên ku çûbûn da ku rojeke temenê xwe di hembêza nerm û bisoz a vê siruşta rengîn de bi xweşî û asûdeyî derbas bikin."


https://pallwesan.com/detail/846-lehiya-dili

"Ew bêhnvedan, navê wê gorişme bû, anku çavpêketin an hevdîtina serxetiyan û binxetiyan a li ser sînor bû. Li herêma me,...
09/01/2025

"Ew bêhnvedan, navê wê gorişme bû, anku çavpêketin an hevdîtina serxetiyan û binxetiyan a li ser sînor bû. Li herêma me, ew hevdîtin di rojên cejnan de li gundê Qesra, di rawestgeha trênê de pêk dihat. Êvara cejnê mala me tijî mêvan dibû, ji bajarê Hesekê û gundên Beriya Mêrdînê dihatin da ku sibeha cejnê karibin çav bi mirovên xwe yên Serxetê kevin.

Dema ku li stasyona Qesra Serçixanê gorişme dest pê dikir, dengê xelkên vî alî têlê û wî alî têlê digiha esmana; bangî hev dikirin, bi hev re diaxivîn, d**eniyan û digiriyan... Wê hevdîtinê, çavpêketinê an gorişmê çend salekî dirêj kir û betal bû."

(Konê Reş, "Trêna Berlîn-Bexdayê li Beriya Mêrdînê", Trêna li Stasyona Xwe Digere)

https://pallwesan.com/detail/845-trena-li-stasyona-xwe-digere

Me ew bi nivîsên wî yên kovara Pêngavê nas kir di destpêka salên 2010an de, piştre demeke dirêj pêjna wî ya nivîsê nehat...
03/01/2025

Me ew bi nivîsên wî yên kovara Pêngavê nas kir di destpêka salên 2010an de, piştre demeke dirêj pêjna wî ya nivîsê nehat.

Lê niha ew bi kitêba xwe ya ewil li derê me dide, me li kuçe û kolanên Amedê digerîne û pala me dide bedenên wê yên qayîm.

Îmad Bernas, piştî demeke dirêj, bi kitêba xwe ya ewil a çîrokan, vê sibatê, li Pallê ye!

Me saleke dî li dû xwe hişt û berê me li saleke nû ye. Îsal me 7 kitêb û defterek çap kirin û me ji bo sala 2025an dest ...
30/12/2024

Me saleke dî li dû xwe hişt û berê me li saleke nû ye.

Îsal me 7 kitêb û defterek çap kirin û me ji bo sala 2025an dest bi amadehiyê kir.

Bila çav û guhê we li me be, û ji bîr nekin: Kê der Pall e, ew der mal e!

Sersala we pîroz be.

KAMPANYAYA ERZANIYÊ YA SERSALÊDi her kitêbekê de %35Di seta hemû kitêban de %40Ji bo her siparîşeke we ya ji 300 TLyî zê...
24/12/2024

KAMPANYAYA ERZANIYÊ YA SERSALÊ

Di her kitêbekê de %35
Di seta hemû kitêban de %40

Ji bo her siparîşeke we ya ji 300 TLyî zêdetir, deftera me ya Pallê diyarî ye.

Roja dawî: 31.12.2024

Ji bo siparîşan:

www.pallwesan.com
[email protected]
+90 535 063 40 16

Ferzan Şêr di podcasta dawî ya Baneşanê de behsa Orgazmên Ejdehayekî ya Vehêl Mihsin d**e:"Orgazmên Ejdehayekî ya Vehêl ...
10/12/2024

Ferzan Şêr di podcasta dawî ya Baneşanê de behsa Orgazmên Ejdehayekî ya Vehêl Mihsin d**e:

"Orgazmên Ejdehayekî ya Vehêl Mihsin pir serkeftî ye, şêwaza nivîskar tê de nehatiye kuştin. Wexta mirov [Orgazmên Ejdehayekî] deh caran bixwîne, her deh caran jî dikare tiştekî şêweyî li kurmanciya xwe ya rojane zêde bike."

Hûn dikarin li ser kanala podcastê ya guhdarî bikin.

https://open.spotify.com/episode/1fihCzoUIEjuslByxYYxbr?si=8Y6ACbx1SV-aZopDCtBj7A

Ji deqeya 47an pê de.

Deftera ewil a Pallê bi serenavê   derket.  Deftera ku em dê her sal tenê carekê û bi peyva xwe ya wê salê çap bikin, dê...
30/11/2024

Deftera ewil a Pallê bi serenavê derket.

Deftera ku em dê her sal tenê carekê û bi peyva xwe ya wê salê çap bikin, dê bi bergeke mînîmal û bi hin hevok û jêgirtinên kitêb û nivîskarên me ‒belkî paştir bi hin xêzên taybet‒ merhebayeke nûsaliyê li we bike.

Peyva me ya 2025an e, çinku pall weşanxaneyek e ku li perawêzê digere, dixwaze li perawêzê piyase bike, perawêzê bîne navenda me û gelek nav û berhemên li perawêzê bixe ber xweşbala we.

Defter 2025: , li Fûara Kitêban a Diyarbekirê li benda we ye.

EM AMADE NE 📚Fûara Kitêban a Diyarbekirê sibê şemiyê dest pê d**e û 9 rojan dê bidome.Em dê li cihê xwe yê berê pêşwaziy...
29/11/2024

EM AMADE NE 📚

Fûara Kitêban a Diyarbekirê sibê şemiyê dest pê d**e û 9 rojan dê bidome.

Em dê li cihê xwe yê berê pêşwaziya we hêjayan bikin, kerem bikin.

Salon: 2
Stand: 219A

"LEHIYA DILÎ" YA HUSÊN ARIF DERKET!Ji soranî: Şehab Xalidî“Dilê min jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû...
28/11/2024

"LEHIYA DILÎ" YA HUSÊN ARIF DERKET!
Ji soranî: Şehab Xalidî

“Dilê min jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû, digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan, ew jî têra xwe û ji dil ve d**eniya. Ji ber ku rast wek wan, dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq, tûj û bibandor ew xembarî dît ji dûriya tenê çend bihustan ve.”

Husên Arif piştî Revdegurgê, vê carê bi dirêjeçîrokeke evînî li deriyê xwînerên kurmancî dide. Lehiya Dilî ya ku cara ewil sala 1957an di bîst û yek saliyê de hatiye nivîsîn, hem bi nivîsîna xwe ya pêşwext û hem bi mijar û vegotina xwe ya xurt, xelekeke muhim ji dîroka çîroknivîsiya kurdî pêşkêş d**e.

“Me ti nivîskarekî din mîna Husên Arif nîne ku em bikarin navê wî danin çîroknivîsê hestên mirovî yên sade, çîroknivîsê mirovên bi tenê mayî.” ‒ Bextiyar Elî

https://pallwesan.com/detail/846-lehiya-dili

Address

Diyarbakır
21000

Website

https://linktr.ee/pallwesan

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Pall Weşan posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Pall Weşan:

Videos

Share

Category