Rezan News

Rezan News Contact information, map and directions, contact form, opening hours, services, ratings, photos, videos and announcements from Rezan News, Media/News Company, Mergasor.

05/10/2024
دەست بەدەست بەشداری هەڵبژاردن دەبـین بـۆ ڕوخاندنی بنەماڵە.بەشداریت لە دەنگدان بەشداریتە لە گۆرینی سیستەمی حوكمڕانی بنەما...
05/10/2024

دەست بەدەست بەشداری هەڵبژاردن دەبـین بـۆ ڕوخاندنی بنەماڵە.
بەشداریت لە دەنگدان بەشداریتە لە گۆرینی سیستەمی حوكمڕانی بنەماڵە

04/10/2024

بەرسڤەك بو ئەوێن د بێژن بەشداریا دەنگ دانێ نەكەن.

04/10/2024

دەتەوێ درۆی بە پەلە بزانن

سەردانی ماڵپەری كوردستان 24 بكەن

03/10/2024

پەیامەكێ تایبەت بو دەڤەرا زاخو و سەرپەرشتیارێ وێ گوهدار شێخو

02/10/2024

ئه‌رێ هنگۆ ئه‌ڤه‌ لبیره‌؟
خودایێ ته‌باره‌ك و تعالا دێ كوتۆ هنگۆ عه‌فو كه‌ت هنگ دیڤ ڤان موشریكا بكه‌ون؟

01/10/2024

پەیچێ رێزان نیوز

داخازا پشتگیریا وە دكەت بو گەهاندنا دەنگێ راستیێ

30/09/2024

بۆیه‌كه‌مجار:
زانیاری به‌رفراوان و نه‌بیسراو له‌سه‌ر ئامینا زكری ئه‌ندامی مه‌كته‌ب سیاسی ڕژێمی پارتی و هاوڕێ دێرینه‌كه‌ی (ئه‌ڤین هرۆری!
ئامینا زكری و ئه‌ڤین هرۆری، له‌ حیجابه‌وه‌ بۆ تا به‌ ئامێربوون به‌رده‌ستی فازڵ و سیداد و جه‌عفه‌ر ئێمینكی
پارتی ژنان چۆن ده‌كاته‌ به‌ كادیری عه‌یار 24؟
ئامینا چۆن گه‌یشته‌ ئاستی سه‌ركردایه‌تی پارتی و چۆن هه‌موو ژنانی ناو پارتی ته‌سفیه‌ كرد؟
بۆچی ناوی كۆنگره‌ی پارتی ببۆ به‌ كۆنگره‌ی ئامینا زكری؟
پاراستن له‌ پێناو كچێكی بارزانی چۆن بۆیه‌ هۆی ڕسوابوونی ئامینا له‌ گه‌ڕه‌كی (ته‌ناهی) له‌ دهۆك؟
چیرۆكی پیلان و چاره‌نوسه‌ قێزه‌ونه‌كه‌ی ئه‌م ژنه‌ قوربانیانه‌ی به‌ر ده‌ستی به‌رپرسه‌بالاكانی پارتی له‌ له‌ ڕێی تۆمارێكی ده‌نگی له‌لایه‌ن سه‌رچاوه‌یه‌كی نهێنی زۆڕ باوه‌رپێكراو ببیسن.

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî d**e, ne ya êzidiyan01/07/2022 - Rojnameya WeatViyan Dexîl di sala 197...
01/07/2022

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî d**e, ne ya êzidiyan
01/07/2022 - Rojnameya Weat

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya êzîdiyan d**e.

Di 5’ê tebaxa 2014’an de du roj piştî komkujiya gelê me yê êzidî, navê Viyan Dexîl bi girîna wê li parlamentoya Iraqê deng veda. Hêsirên çavên wê berê hemû bazirganên siyasî dan vê jinê.

Piştî jenosîda êzidiyan û valamana meydanê ji her bertekeke navdewletî, hawara vê jina li parlamentoya Iraqê li ser torên civakî û mediyayên navdewletî bi taybet di (CNN) û Washington Postê de cih girt. Xelatên yek li pê ya din ku ew navdar kir û bingeha bazirganiya siyasî ya PDK’ê ku niha weke berdevka hikûmeta Tirkiyeyê li Iraqê tê naskirin, bilind kir.

Di cotmeha heman salê de li parlamentoya Iraqê xelata jina salê dan Viyan Dexîl. Piştî demekê di bin navê dengê jinên êzidî de ji bo rizgarkirina jinên dîlên di destên DAIŞ’ê de xelata Polîtkovskaya ya Dengê Jinên Êzidî dîsa dane wê. Piştre bala kompaniyayên din yên dewletên cîhanî jî kêşand û di sala 2015’an de xelata Jina Salê ji Dubai, xelata Bruno Kriskî ji bo Karûbarên Mafên Mirovan li Viyanayê û di sala 2016’an de jî xelata Konferansa Cenevre ya Mafên Mirovan dan vê jinê.

Peywendî û nav zîq kirnên ji bo Viyan Dexîl û navdarbûna wê pêş ket, piranî bi rêya PDK’ê bûye. Herçî karên niha PDK d**e bi biryarên Tirkyeyê d**e. Ji mijarên rêgiriya li şandina locistîkan ya ji aliyê hêzên kiwalisiyonên navdewletî ji hewlêrê bigre heta îstxbarata parastnê ku li tevahiya herêmê hemû hêza xwe kiriye liv û tevgerê ji bo terorakirina endamên tevgera neteweyî ya gelê kurd bi rêya dron, siuqestên bi gulebarankirin yan her curekê bibe. Niha jî dîsa ev jin bi rengek rasterast hevpeymaniya xwe di gel rijêma tirk ku sereketirîn sedemên komkujiyên li ser gelê êzidî ne, her ji kevin heta hevdestiya wan di gel DAIŞ’ê niyeta îslama Erdoganî û Osmanî ji holêrakirina bi tevahiya kiltur û ol û neteweya gelê kurdên êzdî bûye, dikarin bibêjin tevahiya komkujiyên li ser vî gelî jî her ji dewleta Osmanî û tirkan çavkanî girtiye. Kilturê teslîmiyetê û giriyê ew gihande xelatan, lê kilturê “berxwedan jiyane” hînî şervanên YBŞ kir ku eger bi hêza xwe xweseriya xwe mîsoger nekin, ne hêsirê çavan, ne xelatên biyaniyan, ne jî parlemen qet mafên wan naparêzin, hemû ji şanoyek direwîn û minafiq wêdetir nîne. Di sedsala atomê de kes li hêsirê çavên kesê nameyizîne, belko tên hêsirên wan dixin nava bazaran û siyasetan li ser dimeşîne. Viyan Dexîl û Nadiye Murad nimuneyên herî berçavin.

Ya rast gotinên devê vê jinê li perlementoya îraqê ji bo ricakirna hevkarî xwestinê ji bo ku bikevin kêlek dewleta tirk ji bo ji holê rakirna PKK’ê ev ne ji mêjiyê vê jinê derketiye, ji xwe ev dijmintiya wê li hember tevgera azadiya gelê kurd ne cara yekem e, lê ti carî helwestên vê jinê bi hişmendiya wê bi xwe nebûye, PDK wê şarj d**e û her dema pêwîst bike bikar tîne. Helbet ku gotinên PDK ê jî ne yên wê bi xwe ne û ew jî her rengê pêwîstiyek siyasî û dîplomatîk ji Tirkiyeyê digrin û yêkser dixin qonaxên karên xwe de. Bi sedan hezar gelê êzidî li ser destê PKK’ê hatin rizgar kirin, bi hezaran jinên êzdî yên dîlên destê DAIŞ’ê bi bihayê xuna van şervan û gerîlayên PKK’ê hatin rizgarkirin û vegerandin, zêdetirî 12 hezar şehîd hatin dayîn ji bo ku DAIŞ were jinavbirin û azadiya Şengalê were vegerandin, kanê xîreta kê hebû bikeve çeperê hêrşan bo ser DAIŞ’ê dema her kes paşde dikişiya lê gerîla ber bi sîngê DAIŞ ve diço. Çima Viyan Dexîl wê rojê li şûna barandina hêsirên bêçaretiyê ew çav nedivekirin ji bo ku rastiyan bibîne ka çi diqewime?! Ew perwerdeya îrade û hêza ku ji bo hezaran gelê Şengalê îro hatî avakirin ma qey çi serdemekê hebûye û çima çavên Viyan Dexîla îro bûye berdevka tirk nikare jê fêm bike û bibîne? Yan jî tenê fêrî giriyê bûye? Erê birastî Viyana Dexîl qet vê dizane, dîsan gereke piştî nemana vê îradeya xweseriya Şengalê vê carê wê xwîn bigrî.

https://rojnameyawelat2.com/author/takorzerdest/

PDK îro rola kontira û JÎTEM’a salên 92’yan dilîze5 June 2022 - 22:54Takor Zerdeşt Navenda Nûçeyan - XwebûnSalek berê îr...
06/06/2022

PDK îro rola kontira û JÎTEM’a salên 92’yan dilîze
5 June 2022 - 22:54
Takor Zerdeşt
Navenda Nûçeyan - Xwebûn
Salek berê îro di 05’ê Hezîrana 2021’ê de li navçeya Amediya
Dihokê PDK’ê hêzek mezin ya leşkerî ber bi herêma metîna ve şand. Di nava karwanê hatiye şandin de wesayitên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesaytên taybet ji bo bejahiyên çiyayî jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, seyarek pêşmergeyan pêl teqînê kir. Di 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

Fermandariya qada Xabûrê ya HPG’ê heman rojê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û agahiya: “Îro saet der dora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbeyna girê Çarçel û girê Colemergê de ku cihek sitratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesaytên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûn. Tu gund û jîngeh li derdora qada navbirî nînin. Ev 25 salin pêşmerge nehatine vê herêmê. Piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne û li gel hişyariyê jî ji wesayitên ku meşa xwe dom kirine di yek an jî duyan de ji ber sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov dêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye. Ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.

Lê PDK’ê yekser PKK sucdar kir. Di destpêkê de ragihandinan bi lêpirsîna ku li cihê buyerê êrîşa bomberdumana dewleta tirk ev agehî parve kiribûn. Lê PDK’ê nuçe berevajî kir. Ragihandina PDK’ê ji wê rojê heta niha şerekî mezin ê berovajî meşand. Her tim kuştina 5 pêşmergeyan berovajî kir.

Lê PKK’ê xwest heyetek bêalî li cihê bûyerê lêkolîn bike û rabtiyê ronî bike. Lê PDK’ê nehişt ku heyetek serbixwe biçe cihê bûyerê lêkolîn bike. Li şûna rastiyê ronî bike, PKK sucdar kir. Bi rêya ragihandinê êrîşa xwe berdewam kir. Îro jî di salvegera van pêşmergeyan de monomintek li cihê boyerê danîn û bi amadebûna kesayet û berpirs û fermandên leşkerî û siyasî dîsa bi rengek berfire pir bi nemerdane dest bi reşkirin û sucdarkirina PKK’ê kirin.

Ya rast karê JÎTEM û kontra yên salên 90’î îro PDK li dijî PKK’ê bi berfirehtir pêk tîne. Pêwiste gelê Başûr bizanibe ku zarokên wan bi pîlanên veşartî yên PDK’ê û MÎT’ê tên kuştin. Dixwaze gel li dijî tevgera azadiya gelê kurd sor bike.

Di salên 90’î de erkê JÎTEM’ê pêşxistina kontrayan û alozî bû. Li herêmê mirov direvandin û gel li dijî gerilla sor dikir. Dewleta tirk rêxistina xwe ya kontira û fîtnekariyê di sala 91’ê de li Başur des pê kiribû. Kesên tirk ên wekî Ahmed Cem Ersever yêk ji damezirênerên JÎTEM’a ku digel tîma xwe ya taybet bi hemahengiya MÎT’a tirk û Parastinê bi cilê kurdî û şaşkia sor d**eve nava behdînan û gund bi gund û dever bi dever digere û amadekariyek mezin ji bo gurkirina şerê di navbera pêşmerge û gerîlayên PKK’ê berhev d**e. Ev yek pîlankirî û bi hemahengiya Eşref Bitlîs û destê veşartiyê malbata Barzanî (Parastin) dihate birêvebirin.

Ji bo birêvebirna vê pirojeyê herçî sermaye û pêwîstî hatiba xwestin ji aliyê hikumeta tirk dihate berhevkirin.

Armanca wan pêk hat û şerekî mezin di navbere pêşmerge u gerîla hat pêşxistin.

Destekî mezin ê berjewendîxazên kurd ên di nava desthilatê de, bûn şirîkê planê. Ji bo kar û planên qirêj bikin li hev kom bûn. Wan salan bi dirêjahiya şerê PDK’ê di gel tevgera rizgariya kurd bi reşkirina PKK’ê ji du milan de despê kir. Milekî ji aliyê kiryarên qirêj ên teror, girtin û radestkirina ji bo destê dewleta tirk bû. Milê din ji aliyê ragihandinî, demogujî û reşkirinê bû. Ji ber ku ji kiryarên qirêj ên JÎTEM’ê û destê veşartiyê PDK (Parastin) pirin:

– Alîgirîn PKK’ê yên herêmî û siyasî ji mînaka Elî Şeban Amêdî, Sadiq Emer Sindî, Reuf Akreyî û bi sedan endamên partiya PAK’ê yên ji mînaka (Hoşeng Mîrza Heval Çekdar) (Zekî Amêdî Heval Kendal) (Bekir Hîranî “Heval Amanc”) û rojnamevan û kadro û alîgirên nêzî PKK’ê li Dihok û Hewlêrê hatin revandin û wekî teror hatin nîşandan.

-Jiholêrakirna herçî bereyên neteweyî, rêxistinî li Başûr ku li gorî vê her li dawiya wê salê li 12’ê kanûna 1991’ê li Dihokê 23 endamên PAK’ê ku hinek ji wan jin bûn ji aliyê PDK’ê ve di 08’ê Çileya 1992’yan de li sînorê Îbrahîm Xelîl radestî dewleta tirk hatin kirin. Di 14’ê çileya 1992’yan de 2 endamên PAK’ê (Necat Mela Ehmed û Mihemed Zezîr) li nêzî bajarokê Sêmêlê li Dihokê ji aliyê çekdarên PDK’ê hatin şehîdkirin. Di 29’ê hezîrana 1992’yan de welatparêz û xebatkare doza yêkgirtina gelê kurd “Sadiq Emer Sindî” li Zaxo ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin tîrorkirin. Kuştin, tîror, revandin û radestkirna alîgirên tevgera azadiya gelê kurd heta dawiyê her dewam kir û bi sedan kes bi vî awayî aşkere û veşarî bi destê çekdarên PDK’ê bi biryarên JÎTEM û MÎT’a tirk hatin kuştin û revandin.

-Teqandinên ji aliyê kesên nediyar ve, weke wesaytên gelê sivîl ên li rêya navbera Zaxo û Dihok û Zaxo û Batufa û rêyên ferî yên gundên deverên cuda li behdînan, bi armanca reşkirina PKK’ê ji bo piravakasiyon ’ên qirêj li hember tevgera rizgariya gelê kurd.

-Di teqandina TNT ya li Zaxo di 27’ê sibata 1995’an de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Bi armanca rê li pêş bazara çekan ya ku PKK’ê bacek baş jê digirt, bigire û bi armanca pirovokasyonên reşkirinan.

-Li ser navê PKK’ê li heremê kesên navdar kuştin û xwestin bi vê yekê PKK’ê reş bikin. Li dijî PKK’(ê provokasyon pêş xistin. Gotin PKK kesên sivîl û kesayetê navdar dikin armanc.

Weke nimûne li deverên ku nedixwestin li dijî PKK’ê şer bikin, herî zêde li wir ev plan pêş dixistin. Yek ji wan deverên Amêdî û Şêladizê bû ku gelek kesayet kirin hedef û yekser PKK dihate sucbarkirin. Yek ji wan mînakan di sala 1995’an de endamekî leşkerî bi navê Yasîn Mistefa Navdar bi Yasînê Misto kesayeteke navdar ê ji Êla Nihêliyan bû. Kesekî çepgir û welatparêz bû. Nedixwest li dijî PKK’ê şer bike. Her tim li ser rastiyan diaxivî. Ev kese li devera Amediyê di navbera gundê Guherz û Dêrelokê de tê kuştin. Li gorî şahidên herêmê, wê demê gerîla li wê herêmê tune bûn. Herêm di kontrola pêşmerge û MÎT’ê de bû. Ev kese bi pîlanên MÎT û Parastinê hat kuştin tenê ji bo şerê di navbera gelê deverê û gerîla bidin germkirin û hem jî kesayetê dijî şerê li hember gerîla jî ji holê bidin rakirin. Kesekê dî ji malbata nihêliyan bi navê Ehmed Elî kesayetek bû ku li tevahiya deverê weke serkirdekê dihate temaşekirin bi qenasa nenasekê ji piştê ve fîşekek li serê wî tê xistin û tê kuştin, ku netinê ji aliyê gelê deverê belke di nava malbata wî bi xwe de jî ev buyer dîsa li wî serdemî pir dibe cihê gumanê ku bi destê gerîla nehatiye kuştin û fîşek ji milekî hatiye ku gerîla nikare li wan deran be, hem jî ev kesayet sereray efserek leşkerî yê PDK’ê jî bû lê alîgirê şerê di gel PKK nebû û nekarîbûn razî bikin çekdarên xwe li hember gerîla bide şer.

Kesek din jî li vê deverê bi navê Emînê Sergelî ku kesek pêştir ser bi YNK’ê bû, paşî divegerînin bo nav PDK, di navbera berçê û sergelê bi qenasê têt kuştin û wî jî dixin wistuyê PKK’ê. Lê ew jî di çavê gel de bibû cihê gumanê ku ji aliyê PDK’ê bixwe ji bo dirustkirna fîtne û fesadan ev tîror hatiye rêxistin. Ev kesatiyên xwedî bandorên nihêliyan ji aliyê PDK’ê hatine tesfiye kirin jibo ku hem PDK’ê ji wan hez nedikir, hem jî ji bo lawaz kirna pêgeha gelê yaxî, hem jî ji bo şerê gel li hember gerîla were gur kirin.

Gelek efser û fermandeyên pêşmerga ku ji vî şerî xwe paşda lêdidan dibune hedefa kuştina MÎT û Parastinê û yekser di ragihandinan de li dijî PKK’ê dihatin bikaranîn. Beşek ji kesên dest di kuştina sivîlan de hey ji aliyê MÎT û Parastinê bo nava PKK’ê hatibun şandin ku di gel MÎT û parastinê bi hemahengî kar dikirin, li salên din hatin selimandin û bi qutbuna xwe gihîştine rêzên PDK û bi pile û postên bilnd hatin pêşwazî kirin, niha jî di rêzên PDKê de piledarin, helbet gelek ji wan di şerê dayşê de birne sîngê çeperan û piranî dan kuştin û bê nav û nîşan hatin veşartin.

Cem Ersever û Eşref Bidlîs jî piştî wê ji aliyê dewleta tirk bixwe ji bo veşartina gelek belgeyên terorê û bûyerên nelirê hatin kuştin. Hikûmetê ev bûyerên terorê bi tunekirina belgeyan veşartin.

Lewre jî ev kiryarên kuştina pêşmergan li salên derbasbuyî hemû bi destek hevşêweyê vê hatine kuştin, her ji kuştina Xazî Alîxan û çendîn kesên din ên endamên asayiş û parastinê li salên derbasbuyî bigire heta Rezwan sindî pêşmergê li derkarê hatî kuştin û van 5 pêşmergên ku salek berê îro hatinî kuştin û buyera bumbebarana li vê dawiyê li Bamernê di nava gelê sivîl de çê buyî ku têde zarok hatin qetilkirin hemû guman têde nine qurbaniyê pirawakasiyon û pilaneke qirêj ya reşkirina PKK’ê li gor daxwaziyên dewleta tirk a dagîrker bi destê malbata Barzani tên kirin.

12/05/2022

Lim vegerin
Ba ji dil hawaran der bidim
Balan li şemala zer bidim
Yan xûn û giyan yan ser bidim
Lim vegerin

06/05/2022

Gotinên D.Mehmud Osman siyasetvanê navdarê Basur jibo zarokek 9 salî jî têr d**e jê fem bike, ku tirk kêye u ci d**e
Lê bêguman bazirganên fihuşa siyasî naxwazin jê fêm bikin

Address

Mergasor

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Rezan News posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Videos

Share