Kurdistantv kurmanci

Kurdistantv kurmanci This is the only Official page of Kurdistan satellite Channel (Kurdistan TV)/ ته‌نیا

Dezgeha setelita Kurdistanê, dezgeheke ragihandinî û rewşenbirî ya Kurdistaniye, cîhbicîhkarê hizra nîştimanî, netewî, demokrasî, dadmendî û civakiye, ku di dîrokê de di nava piratîk û hizr û ramanên Barzaniyê nemir de xwe nexşandine. Dezgeha setelita Kurdistan berhema xebata salên dûrûdirêj ya neteweyekî zorlêkiriye ku berê vî ya li azadî û serbestiye, ev dezgeha han amûreke bihêze bo derbas kiri

na perçîna veqetandinê û hewldanên bêdeng kirin û ew karên têkdan û beruvajî kirinê yên ku derheqê dîroka gelê Kurdistanê de hatine kirin û herwiha nîşandera rûya rastîn ya demokrasî û mirovdostiya bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê û doza rewa ya gelê Kurdistanê û têkilbûna gelê Kurdistanê li gel civaka mirovatî ya serdemî, li ser esasê bi bingeh wergirtina bingehên dadwerî, bihevre jiyana aştiyane û wekhevî di navbera gelan de. Peyama dezgehê bihzêtir kirin û pêşde birina ew destkeftên bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê ye ku hatine bidestxistin û bicîh gehandina erkên dîrokî yên bizava rizgarîxwaz û bidest xistina armancên rewa li ser esasê mafê biryar dan li ser çarenivîs û belav kirina federalîzim û hevkarî û dostatiya navbera gelan de. Herwiha red kirina neteweperestî û şovenîzim û dîktatoriyet û mehkûm kirina teror û avakirina civakeke serdemiyane ku bingehên wê demokrasî, mafên mirovan, serweriya qanûn û yeksanî be. Dezgeha setelita Kurdistanê domkarê ( dirêjepêderê) karwana çandî, xebatkariye ku hevşanê têkoşîna gelê Kurdistanê ye bi tevahiya pêkhateyên olî, etnîkî û çandî ve, herwiha parastina bingehên rewşenbîrî yên pêşkeftiye, ber bi gotarekî nîştimanî û demokrasî yaku li gel çanda hevçerx ya civaka mirovatî de bigonce, çandek ku girêdayî bi bingehên pirrengî, diyalog, azadiya ramanê û azadiya derbirînê, lêbûrîn, qebûl kirin û rêz girtin ji rewa bûna hebûna aliyên hember, dezgeh hewl dide prosesa demokrasî û medenî kirina civaka Kurdistanê û tevahiya wan fakteran bipêş bixe ku derfet bo guherînên civakî çê dikin, heta ku hevşanê karwana şarestanî û nirxên û encamên wan yên ku ji bangewazî kirin bo pêşketin û aştî, berejwendiyên hevbeş û jihev fêm kirinê ye, bipêş bixe.

Address

Erbil
Irbil
44001

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Kurdistantv kurmanci posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Kurdistantv kurmanci:

Share

KURDISTANTV KURMANCI

KURDISTANTV KURMANCI

Nearby media companies