31/10/2019
Çend gotin di derbarê civîna Cenêvê da,
Ji bo amade kirina destûrek nûh bo Sûrîyê, 150 kes hatine hibijartin. 50 kes ji alîyê hikumeta Sûrîyê ne, 50 ji alîyê opozîsyona Sûrîyê ne û 50 jî alîyê "civata sivîl", ku ew jî li ser opozîsyon û hikumeta Sûrîyê ne. Di nav 150î kesan da, tene 4 Kurd in.? 2 ji kes endamên ENKSê ne ku nav opozîsyona Sûrîyê a ku li ser Tirkîyê ye. ENKS di wê civînê da, ne wek berpirsîyarê alîyê Kurd ê, wek endamên opozîsona Sûrîyê di wê civînê da cîh digrin. Polîtîka opozîsyon Sûrîyê li hebêrê pirsa Kurd û Kurdistanê, li gor polîtîka dewleta Tirk tê meşandin…
2 kesên di nav komîta "civata sîvîl" a Sûrîyê da ku cîh girting ? Ew "civata sivîl", li ser hikûmet û opozîsyonê ne. Polîtîka rejîmê û opozîsyonê li dijê mafên gelê Kurd û Kurdistanê ye. Opozîsyon û çeteyên ‘oradîya azad’ îro piştgirîya êrişa dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê dikin...
Rêya her rast ew bû ku ENKSê xwe ji opozîsyona (îtilafa) Sûrîyê bikişanda, bi TEV-DEMê ra yekîtîya xwe a sîyasî ava bikira, di asta navnetewî da wek alîyekî Kurd polîtîka bikirana…Îro Ewropa û Emerîka pirsgirêka Kurd û Kurdistanê nîqaş d**e û li dijî dagirkerên Kurdistanê biryaran digire…ENKS hêjî di nav opozîsyon ku li ser Tirkîyê ye…
Sîyastmedar, partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê bê deng mayîna wan jî, cihê lêpirsînê ye.?