19/10/2025
Kursa Folklorê û Edebîyata Gelêrî ya Onlîne-5 (KF-10)
Em dê li ser folklor, edebîyata gelêrî û rê û rêbazên berhevkarîyê kurseka bisertîfîka û onlîne li dar bixin. Kurs dê di 08.11.2025an da dest pê bike û di 14.12.2025an da bi dawî bibe.
Kursa me dê onlîne be û bi 100 kesî sînorkirî be.
📌 Xalên Giring ji bo Serlêdanê:
1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çê bikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin:
Lînk: http://online.wmezopotamyaye.org/
2. Serlêdan dê heta 02.11.2025an bên qebûlkirin.
3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 05.11.2025an da bên dîyarkirin. Ders dê di 08.11.2025an da dest pê bikin.
4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.
5. Yên ku carekê tevlî kursa folklorê bûne careka din nikarin tevlî bibin. (ji bo pêşî li hevalên nû bê vekirin.)
6. Kurs bê pere ye.
* Ji bo pirsên xwe hûn dikarin xwe bigihînin me:
Tel-WhatsApp: +090 (549) 440 2220