14/01/2024
“BAJARÊ XEYALÊN MIN”
Ji her nivîskarek re bajarek divê
Belê, her nivîskarek mekaneke wî yê taybet heye. Hin bajar hene ku di jîyana civakan de, her wiha û bêtir di jîyana nivîskaran de xwedîyê cîyek taybetin. Hinek bajar hene ku, bi nivîskarên xwe, ramyar, zanyar û hostayên xwe yên navdar ve têne naskirinê. Hinek bajar jî hene kû bi xwezaya xwe, erdnîgara xwe, jîyana xwe ya civakî, bi çanda xwe ve ji nivîskararên xwe re dibe çavkanîya afirandinê, taybet ê çandî û hunerî. Hinek nivîskar tenê rastîyên bajarên xwe, rindî û delallîyên wî, êş û elemên wî, derd û kulên wî dinivîsin. Bi wan nivîsan jî li seranserê dinê deng vedidin. Navên wan û navê bajarên wana bi hev re têne ziman. Ew bi wê awayî bi hev, bi hev re têne naskirinê. Ku tu qala nivîskar bikî, bajar jî tê rojevê. Qala bajar jî bikî nivîskar tê navê rojevê.
Bajarê nivîskar, mekanê nivîskar ji bona wî girîng e. Lewra nivîskar ji bajarê xwe de, ji mekanê xwe de, ji hêlîna xwe de li dinyayê, li serpêhatîyên mirovatîyê temaşe d**e. Li wir d**eve nava jîyana rojane. Li wir dixebite, li wir diweste, li wir d**eve, li wir radibe, li wir d**ene, li wir digirî. Dilê wî bi agirên wî bajarî ve dipije. Zimanê wî li wir rengên gotinê dielime. Tema gotinê li wir bi ser zar û zimanê wî d**eve.
Fikir û ramanên nivîskar li mekanê wî, li bajarê wî d**emile. Ew li bajarê xwe perspektîfa xwe ya taybet pêktîne. Nivîsa wî bi rastîyên bajarê wî, mekanên wî, welatê wî dixemile. Zimanê nivîskar, şêweya nivîsa wî, kurahîya bîr û bawerîyên wî, fikir û ramanên wî bi wan rastîyan ve d**emile. Belê, nîvîskar jî di pêvajoya nivîskarîya xwe de d**emile. Bi kemilandina xwe re navê bajarê xwe jî dixemilîne. Gelek nivîskarên bi vî awayî hene ku li seranserê dinê navdarin jî. Weka nimûne; Franz Kafka û bajarê Pragê, Charles Dîckens û bajarê Londonê, Dostyoveskî û bajarê St. Peterbugê, Pablo Nerûda û bajarê Santîyagoyê, Ahmet Arîf û bajarê Dîyarbekirê hwd.
Bozyel tema nivîsa xwe ji kuçên Dîyarbekir hilçinîye
Nivîskar û sîyasetmedarê hêja Bayram Bozyel jî qûça xwe li bajarê Dîyarbekirê danîye. Ruhê nivîsa xwe, tema nivîsa xwe, rengên nivîsa xwe ya xwedî tem û adaneke taybet ji vê bajarê qedîm hilçinîye.
Bozyel li Dîyarbekir ji dayîk bûye. Li wê bajarê qedîm, bajarê şairan zarokatîya xwe borandîye. Ciwanî ya xwe di nava rastîyên vî bajarî de, di nava agirê civakî yê li vî bajarî vêd**et de pijand, kemiland. Dilê wî û feraseta wî ya xwendin û nivîsandinê di nava wan firtoneyên di salê 1970yî de li seran serê dinê û di heman demê de li Dîyarbekir û li Kurdistanê, bi pêlên xwe yên dijwar ve rastîyên jîyanê kuta û serû bin kir de hate ceribandinê û cebirandinê. Gelek têgehên hemdem, yên wêjeyî, felsefî û zanistî di wan demên ku li vî bajarî mêrxasî bi agir dihate ceribandinê ketine rojeva wî.
Evîna nivîskar û bajarê wî kûr e. Wî di dojeha salên 1990 de jî dest ji Dîyarbekir nekişand, dev ji Dîyarbekir berneda.
Ew êdî, bi bîr û bawerîyên xurt, bi têgihiştineke taybet ve sîyasetê, pirsgirêkên civakî dinirxîne. Bi zimaneke zelal û herikbar, bi şêweyeke rasteqîn, ilmî û bi bingeheke felsefî ya xurt ve gotinên xwe d**e rêzê.
Bozyel êdî nivîskarek xwedî mekanek taybet e
Ku nivîskar xwedîyê mekaneke taybet, bajareke taybet be, bê şik di heman demê de ew xwedîyê perspektîfeke taybet e jî. Ew perspektîfa taybet, hem tê mena gihîştina nivîskar û hin jî ya xemilandina mekanê wî, bajarê wî.
Bajar wî dixemilîne û ew jî bajar.
Xwîya ye ku êdî Bayram Bozyel bi keda xwe ya hêja, bi berhemên xwe yên ji alî ziman û naverok de pêşketî ve “Bajarê Xeyalên Xwe” dixemilîne.
Zimanê pirtûka Bozyel a bi navê “Bajarê Xeyalên Min” bi Kurdî ye. Bi Kurdîyeke zelal û herikbar hatîye nivîsandinê. Belê, taybetmendîyeke wê pirtîka Bozyel ev e. Lê ya qîmeta wê, bihayê wê zêdetir d**e naveroka wê ya girîng e. Bozyel, bi “Bajarê Xeyalên Min” ve ronehîyeke balkêş dirijîne ser çil salên dawîn ên dîroka Dîyarbekirê. Bi şeweyeke taybet, bi gotinên ji kuçên bajarê wî yê qedîm hilbijartî ve birînên Dîyarbekirê, keserên wê, bedewîyên wê radixe pêş çavan.
01.01.2024
Mazhar KARA