Target - Kurdî

  • Home
  • Target - Kurdî

Target - Kurdî Contact information, map and directions, contact form, opening hours, services, ratings, photos, videos and announcements from Target - Kurdî, Media/News Company, .

Nexşerêya vegerandina pêwendîyan..Beşar El-Esed û Erdogan li ser çi li hev dikin?
05/12/2023

Nexşerêya vegerandina pêwendîyan..Beşar El-Esed û Erdogan li ser çi li hev dikin?

Wer xuyaye ku nêzîkbûna di navbera rêjîmên sûrîyayî û tirkîyayî û vegera pêwendîyan rojek berî yekê nêzîk dibe, tiştên ku di medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkîyayê li bara danûstandinên ku dê di dema pêş de ji bo normalîzekirinê werin lidarxistin, delîlê vê yekê ye, ...

05/12/2023

Şerê Xezayê pêla êrîşên Israîlê li dij Sûrîyayê bilind d**e

04/12/2023

Li bara DAIŞê Birêveberîya Xweser beşdarî civîneka navdewletî dibe

03/12/2023

Tirkîya Jineka Kurd a /81/ salî davêje zindanêج

Bombebaraneka nû ya Îsraîlê Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî ji kar dixe
03/12/2023

Bombebaraneka nû ya Îsraîlê Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî ji kar dixe

Piştî /30/ saetan tenê ji karkirina wê, balafirxaneya paytexta Sûrîyayê careka din din roja yekşemê ji kar ket, di encama bombebaraneka îsraîlî ku di du mehan de cara çaran e pêk tê. Li gor Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan tekez kir ku bombebaran li devereka leşkerê li Mezê ...

24/08/2023

Birêveberîya Xweser bo projeya ava Hesekê daxwaza piştgirîyeka navdewletî d**e

Tirkîyaya dagîrker otomobîla JIN TVyê d**e armancTarget - QamişloDuh 23ê tebaxê, droneka Tirkîyaya dagîrker otombîla JIN...
24/08/2023

Tirkîyaya dagîrker otomobîla JIN TVyê d**e armanc

Target - Qamişlo

Duh 23ê tebaxê, droneka Tirkîyaya dagîrker otombîla JIN TVyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir.

Di encamê de endamê wê kenalê Necmedîn Feysel ê bavê /4/ zarokan şehîd bû û nûçegihana JIN TVyê Delîla Egîd birîndar bû.

Li gor agahîyan, vê gavê rojnamevan Delîla bi birîneka giran li nexweşxaneyê ye û li jêr çavdêrîya awarte ye.

Hêjayî gotinê ye ku di çirîya paşîn a sala 2022yan de rojnamevan Îsam Ebdelah bi êrîşeka Tirkîyaya dagîrker li gundewarên Dêrikê şehîd bûbû.

“Dîfa El-Wetenî” qelsîya Hikûmeta Şamê eşkere d**e û wê li pêş qebîleya El-Cibûrê piçûk d**e.
23/08/2023

“Dîfa El-Wetenî” qelsîya Hikûmeta Şamê eşkere d**e û wê li pêş qebîleya El-Cibûrê piçûk d**e.

23/08/2023

HRW: Bi dehhezarên koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê di rewşeka zehmet de dijîn

Serekê “Dîfa El-Wetenî”yê gotina Şamê li erdê dide û Şam li pêş “El-Cibûr”ê fedîkar e
23/08/2023

Serekê “Dîfa El-Wetenî”yê gotina Şamê li erdê dide û Şam li pêş “El-Cibûr”ê fedîkar e

Di nîvê vê tîrmehê de serekê “Dîfa El-Wetenî”yê, Ebdulqadir Hemo û hin kesên ku pê re bûn destdirêjî li şêxê êla el-cibûrê “Ebdulezîz El-Mislit kirin, ew jî bi seba pirsgirêkeka trafîkê di hundirê Çargoşeya Ewlehî ya li bajarê Hesekê. “Dîfa El-Wetenî milîse...

LezgînDroneka Tirkîyaya dagîrker otombîlek li ser rêya "Elî Fero"yê ya li gundewarên Qamişloyê bombebaran kir.
23/08/2023

Lezgîn
Droneka Tirkîyaya dagîrker otombîlek li ser rêya "Elî Fero"yê ya li gundewarên Qamişloyê bombebaran kir.

Komeka çekdar li Lîbyayê li dij Tirkîyayê şer radighîneTarget - QamişloÎroj çarşemê, komkeka çekdar li Lîbyayê dîmenek l...
23/08/2023

Komeka çekdar li Lîbyayê li dij Tirkîyayê şer radighîne

Target - Qamişlo

Îroj çarşemê, komkeka çekdar li Lîbyayê dîmenek li ser medyaya civakî belav kir û tê de ragihand ku ew ê li dij baregeh û kampên leşkerî yên Tirkîyayê şer û serîhildaneka gelerî bidin destpêkirin.

Li gor daxuyanîya wê koma çekdar, “ev serîhldan nameyek e bo Tirkîyayê ku Lîbya tu carî dagîrkerî û dizîya xêrûbêra xwe qebûl nake.”
Lewra “dê hemû bargehên Tirkîyayê bibin armanca lehengên me.”

CENTCOM: Fermandarê CENTCOMê General Michael Kurilla serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kir.CENTCOM: Kurilla li gel raye...
23/08/2023

CENTCOM: Fermandarê CENTCOMê General Michael Kurilla serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kir.

CENTCOM: Kurilla li gel rayedarên HSDyê civîya û behsa dosyaya DAIŞê kiriye.

CENTCOM: Kurilla serdana kampên Roj û Holê kiriye.

22/08/2023

Jêderên taybet ji Efrînê : Komika “El-Emşat” bi darê zorê kurdan li dij cezayên amerîkayî derdixîne xwepêşandanan

Rûsya êrîşî “Heyet Tehrîr El-Şam” d**eTarget - QamişloRawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mrovan îroj sêşemê ragihand ku balafir...
22/08/2023

Rûsya êrîşî “Heyet Tehrîr El-Şam” d**e

Target - Qamişlo

Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mrovan îroj sêşemê ragihand ku balafirên Rûsyayê herêma di navbera Mieret Misrîn û El-Şêx Behir ên li bakurê Idilbê ya li jêr kontrola “Heyet Tehrîr El-Şam”ê bombebaran kir.

Li gor rawangehê, piştî êrîşê ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Roja 21ê tebaxê jî balafirên Rûsyayê baregeheka “Heyet Tehrîr El-Şam”ê li derdora bajarê Idlibê /6/ caran li dû hev bombebaran kir û di encamê de /13/ çekdarên wê hatin kuştin.

Tirkîyaya dagîrker kuştina sûrîyayîyan li ser sînorê Tirkîya û Sûrîyayê dom d**e..Heta niha çi qas sûrîyayî bi destê wê ...
22/08/2023

Tirkîyaya dagîrker kuştina sûrîyayîyan li ser sînorê Tirkîya û Sûrîyayê dom d**e..Heta niha çi qas sûrîyayî bi destê wê jîyana xwe ji dest daye?

21/08/2023

Yekem car Wezîrê Berevanîya Amerîkayê yê berê tê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê d**e

21/08/2023

Li herêmên Hikûmeta Şamê xwepêşandan tên lidarxistin

Amerîka komikên opozsyona sûrîyayî yên girêdayî Tirkîyaya dagîrker ceza d**e..Çîrok çi ye?
21/08/2023

Amerîka komikên opozsyona sûrîyayî yên girêdayî Tirkîyaya dagîrker ceza d**e..Çîrok çi ye?

21/08/2023

Amerîka peyayekî sereke yê Tirkîyaya dagîrker ceza d**e.. HSD û Birêveberîya Xweser çi dibêjin?

Tevî têkilîyên dîrokî bi Enqerayê re.. Zehmet e ku Washington dest ji Sûrîyayê berde
20/08/2023

Tevî têkilîyên dîrokî bi Enqerayê re.. Zehmet e ku Washington dest ji Sûrîyayê berde

Ehmed Qitmê Ji çaxa ku Amerîkayê piştgirîya Yekîneyên Parastina Gel kir, di destpêka dagîrkirina DAIŞê ji deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê û Iraqê re, di 2014an de kir, Enqerayê bi çavên tirs û şikê li komkirinên leşkêrî nêrî ku şervanên kurd planên wê yên kontirol...

Yekem car wezîrekê berê yê berevanîya Amerîkayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê d**eTarget - QamişloMalpera fermî ya ...
20/08/2023

Yekem car wezîrekê berê yê berevanîya Amerîkayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê d**e

Target - Qamişlo

Malpera fermî ya Gerînendeya Têklîyên Derve ya Birêveberîya Xweser îroj yekşemê ragihand ku Wezîrê Berê yê Berevanîya Amerîkayê Christopher Miller roja 16ê tebaxê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kir û bi gerînendeyê re civîya.

Hevserokê Gerînendeya Têklîyên Derve Bedran Çiya Kurd di civînê de behsa rewşa herêmê, dozên giştî û pêdvîya hevkarîya hevbeş bo pêkanîna aramîyê kir.

Dîplomatê amerîkayî Miller bal kişand ser mijarên kamp û girtîgehan (DAIŞ) û got ku “gerek bû piştgirîya van dosyayan hatiba kirin, heta niha jî pêdivî bi xebateka mezintir heye.”

Li gor malpera gerînendeyê, cara yekem e wezîrekî berê yê berevanîya Amerîkayê serdana vê deverê d**e.

Li dij Hikûmeta Şamê..Siweyda serî hil dideTarget - QamişloVê sibehê, li tevahîya gund, navçe û navenda parêzgeha Siweyd...
20/08/2023

Li dij Hikûmeta Şamê..Siweyda serî hil dide

Target - Qamişlo

Vê sibehê, li tevahîya gund, navçe û navenda parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûrîyayê, gireva giştî hat ragihandin û xwepêşandanan dest pê kirin.

Piştî bilindbûna pêla krîza aborîyê, şênîyên Siweydayê daxwaz dikin ku “Beşar El-Esed” ji ser textê seroktîyê biçe û birîyara 2254yan a navdewletî pêk were.

Xwepêşandan mezin dibin û gelek rêyên çûn û hatinê tev hatine girtin û dirûşemeyên wekî “Em dixwazin bijîn. Sûrîya ya me ye ne ya El-Esed e” tên gotin.

Gencîneya Amerîkayê milîsên Tirkîyayê ji ber koçberkirina şênîyên Efrînê, ceza d**e.. çîroka wê çi ye?
20/08/2023

Gencîneya Amerîkayê milîsên Tirkîyayê ji ber koçberkirina şênîyên Efrînê, ceza d**e.. çîroka wê çi ye?

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, roja pêncşema borî bi rêya malpera xwe ya fermî cezayên ku li ser milîsên girêdayî Tirkîyayê bi sûcê koçberkirina neçar a niştecihên resen ên Efrînê, ragihand. Wezaretê zelal kir ku ew milîs di bin ala Artêşa Niştimanç ya Sûrîyayê ya...

Gerînendeya Avê: UNICEFê em agahdar kirin ku stasyona Elokê naxebiteTarget - QamişloHevseroka Gerînendeya Avê li Hesekê ...
19/08/2023

Gerînendeya Avê: UNICEFê em agahdar kirin ku stasyona Elokê naxebite

Target - Qamişlo

Hevseroka Gerînendeya Avê li Hesekê Newar Sebirî îroj şemîyê ragihand ku “/10/ seatan kehrebe bo Elokê hat şandin, lê piştî wê UNICEFê em agahdar kirin ku stasyon bo dayîna avê ne amade ye”
Li gor wê, “stasyon ji hêla komikên Tirkîyaya dagîrker ve hatiye wêrankirin û çaksazkirina wê bi dawî nebûye, lewra dê av neyê dayîn.”

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2019yan ve Tirkîyayê stasyona Elokê ya li gundên Serê Kanîyê dagîr kiriye û ji hingî ve bêtir ji /40/ caran av ji ser bîtirî milyonek şênîyên Hesekê tê qutkirin.

19/08/2023

Amerîka nemayeka hişk dide Tirkîyayê û peyayên wê “Ebû Emşa” û “Seyf Ebû Bekir” ceza d**e

Berpirsekî payebilind vê carê bi rengekî rasterast bersivê dide gefên Tirkîyaya dagîrker ên li dij Bakur û Rojhilatê Sûr...
19/08/2023

Berpirsekî payebilind vê carê bi rengekî rasterast bersivê dide gefên Tirkîyaya dagîrker ên li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.. gelo stratejîya Amerîkayê hatiye guhertin?

Amerîka peyayên Tirkîyaya dagîrker “Ebû Emşa” û “Syef Ebû Bekir” ên li Efrînê ceza d**eTarget - QamişloWezareta Gencîney...
18/08/2023

Amerîka peyayên Tirkîyaya dagîrker “Ebû Emşa” û “Syef Ebû Bekir” ên li Efrînê ceza d**e

Target - Qamişlo

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê îroj pêncşemê bi daxuyanîyekê ceza li du komikên opozsyona sûrîyayî yên li Efrînê bi seba binpêkirinên mafên mirovan sepand.

Wezaretê got ku “ev ceza li “Firqet El-Hemzat” û “Sultan Silêman Şah”ê (El-Emşat) û /3/ fermandarên wan tên sepandin.”

Kesên sereke ku d**evin ber cezayên amerîkayî, serekê “El-Hemzat”ê Seyf Ebû Bekir û yê “El-Emşat”ê Mihemed Casim Ebû Emşa ne.

Li gor daxuyanîya wezaretê “pir komikên çekdar Efrînê kontrol dikin û gelek ji wan bi darê zorê dest datînin ser mirovan û erdên wan.”

Her wiha “ev komikên çekdar zehmetîyên ku ji ber şer hatine kişandin zêdetir kirin û rê neda ku herêm bi ser xwe ve were, çimkî binpêkirinên mezin derheqê mafên mirovan de kirine”

17/08/2023

“Birêveberîya Xweser tenê nîvê jêderên petrolê bi kar tîne û yên din ji ber şer wêran bûne”

Serekê DAIŞê li Reqayê tê kuştinTarget - QamişloNavenda Ragihandinê ya HSDyê îroj pêncşemê ragihand ku Yekîneyên Antî Te...
17/08/2023

Serekê DAIŞê li Reqayê tê kuştin

Target - Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya HSDyê îroj pêncşemê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) û Hêza Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî operasyoneka taybet li navenda bajarê Reqayê li dar xist.

Li gor HSDyê, di wê operasyonê de serekê DAIŞê yê “herêma rojhilat” “Ibrahîm El-Elî” ku bi nasnavê “Ebî El-Mucahid” tê naskirin, bûye armanc û hatiye kuştin.

HSDyê eşkere kir ku bi piştgirîyeka esmanî, bi ser mala wî de hatiye girtin û di encama şer de hat kuştin.

Her wiha di wê opersyonê de, qaseyeka çek û cebilxaneyê jî hat desteserkirin.

Lêkolînerekî karûbarên tevgerên îslamî hişyarîyê dide: DAIŞ keysa xwe li rewşa cîhanî tîne
17/08/2023

Lêkolînerekî karûbarên tevgerên îslamî hişyarîyê dide: DAIŞ keysa xwe li rewşa cîhanî tîne

Di vê demê de DAIŞ caerka din vegerîyayye û êrîşan li deverê cur bi cur ên Sûrîyayê pêk tîne. Di serî de hêzên hikûmeta Şamê û komikên girêdayî Îranê d**e armanc, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Ev yek metirsîyê vegera birêxistina DAIŞê zêde d**e piştî...

16/08/2023

Çîroka keça êzidî Şêrîhan Reşo

Şêwirdarê qebîleya El-Cibûrê: Danûstandinên li gel Hikûmeta Şamê negihaştin serîTarget - QamişloÎroj çarşemê şandeyeka q...
16/08/2023

Şêwirdarê qebîleya El-Cibûrê: Danûstandinên li gel Hikûmeta Şamê negihaştin serî

Target - Qamişlo

Îroj çarşemê şandeyeka qebîleyên herêmê derbasî çarogşeya ewlekarîyê ya li bajarê Hesekê ya li jêr kontrola Hikûmeta Şamê ye, bû.

Piştî wê, şêwirdarê qebîleya El-Cibûrê Ekrem El-Mehşûş ji dezgehên ragihandinê re eşkere kir ku “danûstandinên li gel parêzgerê Hesekê û efserên Hikûmeta Şamê bi bin ketin.”

Qebîleyê berî niha bi daxuyanîyekê ragihandibû ku merê wan ew e ku “çekdarên Dîfa El-Wetenîyê ji tevahîya bajarê Hesekê werin derxistin.”

Hêjayî gotinê ye ku berî /3/ rojan çekdarekî Dîfa El-Wetenîyê ya girêdayî Hikûmeta Şamê destê xwe dirêjî serokê qebîleya El-Cibûrê kiribû û di encamê krîzê rû dabû.

Duh jî qebîleyê êrîşeka çekdarî bir ser çargoşeya ewlekarîyê û di encamê /5/ kes ji herdu alîyan birîndar bûbûn.

Hevdemî êrîşên Tirkîyaya dagîrker li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û hevdîtinên li  gel Hikûmeta Şamê, çavê Enqereyê li...
16/08/2023

Hevdemî êrîşên Tirkîyaya dagîrker li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û hevdîtinên li gel Hikûmeta Şamê, çavê Enqereyê li dagîrkirina bajarê Helebê ye.

Li gor “Peymana Milî”yê.. Erdogan doza tevlîbûna Helebê bo nexşerêya koçberan d**e
16/08/2023

Li gor “Peymana Milî”yê.. Erdogan doza tevlîbûna Helebê bo nexşerêya koçberan d**e

Di çarçoveya plana wî ya ku di destpêka vê salê de ragihand ku bi nêt e bi milyonên koçberên sûrîyayî yên li Tirkîyayê vegerîne bakurê Sûrîyayê yê dagîrkirî, serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan “nexşerêyekê” dertîne ku tê da “plana sêalî” heye da ku karên ...

Li bajarê Hesekê şer eTarget - QamişloÎroj sêşemê danê êvarî Qebîleya El-Cibûrê êrîşî çargoşeya Ewlekarîyê ya li jêr kon...
15/08/2023

Li bajarê Hesekê şer e

Target - Qamişlo

Îroj sêşemê danê êvarî Qebîleya El-Cibûrê êrîşî çargoşeya Ewlekarîyê ya li jêr kontrola Hikûmeta Şamê kir.

Li gor zanyarîyan birîndar ji herdu alîyan çêbûne.

Qebîleya El-Cibûrê dibêje ku “gerek e komika bi navê Dîfa El-Wetenîyê ji tevahîya bajarê Hesekê derkeve.”

15/08/2023

/7/ sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas dibin

DJV: Rojnamevanê ku rexne li Erdogan kiribe, bila neçe Tirkîyayê!Target - QamişloYekîtîya Rojnamevanên Almanyayê (DJV) h...
15/08/2023

DJV: Rojnamevanê ku rexne li Erdogan kiribe, bila neçe Tirkîyayê!

Target - Qamişlo

Yekîtîya Rojnamevanên Almanyayê (DJV) hişyarî da rojnamevanan ku bo kar û geştê neçin Tirkîyayê.

Berî demekê parlamentera Partîya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut li Tirkîyayê hatibû desteserkirin, lewra serokê Yekîtîya Rojnamevanên Almanyayê Frank Uberall dîyar kir ku “ji bo rojnamevanan metirsî gelekî zêdetir e.”

Her wekî got ku “Rojnamevanên ku heta niha di nûçeyên xwe de û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Tirkîya, serokkomarê wê Erdogan û partîya deshilatdar rexne kiribin, bila neçin Tirkîyayê.”

amadekirinên leşkerî û hin tevger.. nearamîyek di navbera amerîka û îranê de li sûrîyayê
15/08/2023

amadekirinên leşkerî û hin tevger.. nearamîyek di navbera amerîka û îranê de li sûrîyayê

Dîmenên nearamîya di navbera Amerîka û Îranê de li biyabana Dêra Zorê, di vê demê de li pêş in, ku Hevpeymana Navdewletî ya li dij DAIŞê hêzên xwe kom d**e û tê gotin ku nêta wê heye şerê komikên girêdayî Îranê bike. Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan da zanîn ku d...

Jineka kurd dibe seroka partîya VVDyê ya desthilatdar li HolandayêTarget - QamişloJina Kurd Dîlan Yaşîlgoz a bi eslê xwe...
15/08/2023

Jineka kurd dibe seroka partîya VVDyê ya desthilatdar li Holandayê

Target - Qamişlo

Jina Kurd Dîlan Yaşîlgoz a bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, dibe seroka Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê (VVD) a desthildar li Holandayê.

Piştî bidesxistina seroktîya partîyê, eger partîya wê di hilbijarinên meha çirîya paşîn de piranîya kursîyan bi dest bixe, dê bibe serokwezîra Holandayê.

Bi vê re, ew dê bibe kurda yekem ku lîdertîya welatekî Ewropayê bike.

Dîlan Yaşîlgoz li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku “Ji bo min serbilindîyeka mezin e ku bibim seroka partîya VVDyê. Spas bo bawerîyê. Ez ê niha bi enerjîyeka zêdetir bixebitim. Gelek kar hene ku ez bikim.”

Address


Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Target - Kurdî posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Target - Kurdî:

Videos

Shortcuts

  • Address
  • Alerts
  • Contact The Business
  • Videos
  • Claim ownership or report listing
  • Want your business to be the top-listed Media Company?

Share