Bawerî-Cîk- Tv

  • Home
  • Bawerî-Cîk- Tv

Bawerî-Cîk- Tv Ev rûpel'a Civaka Îslamiya Kurdistan'ê a fermiye.

31/01/2025
24/09/2024

Di Dînê Îslamê da Ehlaqê Mirovatîyê

18/09/2024

Giringîya Ziman

18/09/2024

Hafız Ahmet Turhallı

09/09/2024
09/09/2024

Di Îslamê de girîngiya îbadetê

01/09/2024

Di Ola Îslamîyê da Xweza

23/08/2024

Di Ola Îslam ê da aborî û edalet

19/08/2024

Seyda Ahmet Hafız Turhallı

06/07/2024

Mizgefta Ehmedê Xanê

01/07/2024

Mizgefta Mezopotamya Berlin

Cejna Qurbanê pîroz beCivaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da.  Naveroka dax...
15/06/2024

Cejna Qurbanê pîroz be

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da. Naveroka daxuyaniya CÎK’ê bi vî reng ye:"Di vê roja cejna pîroz de em hemû bi hev re kêfxweşî û aramiya hatina li ba hev dijîn. Rehm û bereketa Xweda teala li ser me hemûyan be. Cejn ew roj in ku dibin sedem hestên me yên yekîtî û xwişk û biratiyê bihêztir bibin. Em weke gel van rojên pîroz bi xemgînî pêşwazî dikin. Em weke gelê Kurd ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin. Zilm û neheqiyên li dijî gelê me yê di bin dagirkeriyê de her roj zêdetir dibin. Kiryarên derqanûnî, bêedaletî û binpêkirinên mafan ên dewleta Tirk yên li ser gelê me her roj bi awayên cuda xwe nîşan didin. Herî dawiyê dewleta Tirk li Colemêrgê îradeya gelê me xesp kir û îspat kir ku wê neheqiya xwe ya 100 salî bidomîne. Êrîşên dagirkreiyê yên li ser Rojava û Başûr zirarên mezin didin aştî û aramiya gelê me û gefan li jiyana însanên me yên sivîl dixwin. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê cejna pîroz de tevî hemû zehmetiyan jî bêhêvî nebin û di nava yekîtî û hevgirtinê de bin. Baweriya me nîşanî me dide ku edalet, aramî û xwişk û biratî pîroztirîn hêman in. Heya ku gelê me azad dibe û mafên xwe yên mirovî bi dest dixe, em ê ji bo van hêmanan têkoşîna xwe bidomînin.

Duayên me ji bo gelê me yê bindest e. Em ji Xwedê Teala hêvî dikin ku di serî de gelê Kurd û pêşerojeke tije aştî, edalet û azad bike para hemû erdnîgariya Îslamê. Em hêvî dikin ku ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya bidawîbûna êşên me, dabînkirina edaletê û aştiya mayînde were xaka me.

Xweda Teala di Ayeta pîroz da wiha gotîye: “Gelê bawermendan! Hûn sebir bikin, di sebirê da bi hev re pêşbaziyê bikin, (sînoran) biparêzin û ji Xwedê bitirsin, da ku hûn serfiraz bibin.” (Alî Îmran)
Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî vê zilmê bi sebir û têkoşinê bisekinin. Dîsa cejna we ya Qurbanê pîroz û bimbarek be. Bereket û rehma Xwedê, silav û aramiyê li ser me hemûyan bike. Rehma Xwedê, silav û selamatîya Xwedê li ser me hemûyan be.

https://www.baweri-cik.com/ku/news/cejna-qurbane-piroz-be

14/06/2024
14/06/2024
CÎKê destserkirina îradeyê ya li Colemêrgê şermezar kirCivaka  Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) destserkirina îradeyê ya li Co...
05/06/2024

CÎKê destserkirina îradeyê ya li Colemêrgê şermezar kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) destserkirina îradeyê ya li Colemêrgê şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku heta îradeya xwe bi dest bixin têkoşînê bidomînin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi peyamek nivîskî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û dîl girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş şermezar kir. CÎK’ê anî ziman ku desteserkirina vînê li Colemêrgê êrîşa li dijî maf û vîna demokratîk a gelê Kurd e û got: “Ji peywîrê girtina hevşaredarên hilbijartî û tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye û êrîşa li dijî vîna gelê Kurd e. Ev dagirkerî ye. Deshilata faşîz a AKP-MHP’ê ku maf û hiqûqa Kurdan nas nake, sed sal e mafên gelê me yê siyasî û çandî desteser dike.”

CÎKê diyar kir ku desteserkirina vîna li Colemêrgê ji bo Kurdan ne tenê desteserkirineke dijdemokratîk e, di heman demê de desteserkirina olî ye jî û ev tişt got: “Ji peywîrê dûrxistin û girtina nûnerên hilbijartî yên gelê Kurd desteserkirina mafan e. Desteserkirina vînê di ol de heram e û guneh e. Hilbijartin di Îslamê de rewa ye. Ew Fermanek Qurana pîroze. Desteserkirina îradeyê di dîn de heram e û guneh e. Êrîşeke eşkere ya li dijî ol û çanda gelê Kurd e. Rêz negirtina îradeya Kurdan jî tê wateya bêrêziya bawerî û nirxên olî. Zalim, faşîst AKP-MHP û şefê dîktator Erdogan soza tunekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd dane. Em bang li gelê xwe yê Misilman û hemû sazî, kes û saziyên demokratîk ên ku Îslama rast temsîl dikin, dikin ku bi gelê Kurd re li dijî van zaliman di nava piştevaniyê de bin û têkoşînê geş bikin. Parastina mafên olî û çandî yên gelê Kurd û rêzgirtina li vînê peywîra mirovahî û Îslamî ye.”
CÎK’ê anî ziman ku zilma van zaliman heta bi hetayê namîne û got: “Heta gelê me vîna xwe ya li Colemêrgê bi dest bixe, divê li ber xwe bide û têkoşînê mezin bikin.”

https://www.baweri-cik.com/ku/news/cike-destserkirina-iradeye-ya-li-colemerge-sermezar-kir

Kongreya Civaka İslamî ya Kurdistan a 9emin
31/05/2024

Kongreya Civaka İslamî ya Kurdistan a 9emin

Konreya Civaka İslamî ya Kurdistan a 9emin pêk hat.

Address


Telephone

+4915158333394

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Bawerî-Cîk- Tv posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Bawerî-Cîk- Tv:

Videos

Shortcuts

  • Address
  • Telephone
  • Alerts
  • Contact The Business
  • Videos
  • Claim ownership or report listing
  • Want your business to be the top-listed Media Company?

Share